Şerê Îran û Îsraîlê ku 13’ê Hezîranê dest pê kir di roja 8’an de bi dijwarî didome.
Her du aliyan şeva din jî li dijî hev êrişên giran pêk anîn.
Îranê bi fuzeyên balîstîk û Îsraîlê jî bi balafirên şer gelek dever bombe baran kirin.
Şerê Îran û Îsraîlê di roja 8’an de bi dijwarî didome.
Duh bi şev her du aliyan li hemberî hev êrişên dijwar pêk anîn.
Gelek deverên Îranê bûne hedefa êrişên Îsraîlê.
Balafirên Îsraîlê herêma pîşesaziyê bombebaran kir
Artêşa Îsraîlê herêma pîşesaziyê ya Sefîdrud a li gundê Kaleş Talşan ya Îranê bombebaran kir. Hat ragihandin li herêma hatiye bombebarankirin navendên leşkerî hene.
Îsraîl: Me li navenda hilberîna fuzeyan ya Îranê xist
Artêşa Îsraîlê ragihand wan şevê din li dijî Tehranê êriş pêk anîne. Hat diyarkirin di van êrişan de navendên hilberîna fuzeyan û navenda lêkolîna û pêşxistina çekên nukleer hatine hedef girtin.
Di êrişên Îsraîlê de 3 leşkerên Îranê hatin kuştin
Eyaletên Geylan, Gulistan û Azerbeycana Rojhilat jî bûn hedefa êrişên Îsraîlê.
Li gorî çapemeniya Îranê di êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê de li herêma Bostan Abad ya Eyaleta Azerbeycana Rojhilat 3 leşkerên parazvanên şoreşê mirine.
Hat ragihandin di saetên şevê de li Tehranê û Geylanê jî gelek teqînên mezin pêk hatine.
Her wiha hate diyarkirin pergala parastina hewayî ya Îranê jî ketiye dewrê û bersiva êrişan daye.
Îranê bi fuzeyên balîstîk êrişî Îsraîlê kir
Di saetên sibê de Îranê jî li dijî Îsraîlê bi fuzeyên balîstîk êrişên nû da destpêkirin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku vê sibê ji Îranê fuzeyên nû hatine avêtin. Piştî avêtina fuzeyan li gelek herêmên Îsraîlê sîrenan lê da.
Îran: Me li baregeha ezmanî ya Nevatim xist
Îranê ragihand wan di êrişa vê sibê de bajarê Beer Şeba yê li başûrê Îsraîlê hedef girtiye. Hat ragihandin di vê êrişê de baregeha ezmanî ya nevatim hatiye bombebarankirin.
Îsraîl: Me balafira bê mirov ya Îranê xist xwarê
Li aliyê din hêzên hewayî yên Îsraîlê jî ragihand wan balafireke bê mirov ya Îranê li ser herêma Heyfayê xistine xwarê.
Ji 13’ê Hezîranê ve di êrişên Îsraîlê ya li ser Îranê de li gorî daxuyaniyên fermî 248 kes mirine û nêzî 500 kes jî birîndar bûne. Di êrişên Îranê yên li ser Îsraîlê de jî 24 kes mirine nêzî 400 jî birîndar bûne.



