Doh li Efrîna dagirkirî zarokekî 16 sal bi navê Mistefa Cemîl Şêxo ji aliyê komên çeteyan ve hate kuştin.
Lewra, îro li Efrînê xwepêşandan pêk hat û ev kirinên bi vî rengî hatin şermezarkirin.
Lê belê çeteyên dewleta Tirk a dagirker gule li wan xwepêşandêran barandin û hejmareke ciwan revandin.
Li Efrînê hejmareke ciwanan îro li dijî sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û kuştina zarokê bi navê Mistefa Şêxo, xwepêşandaneke li çerxereya Newroz li dar xist.
Çavkaniyan da zanîn ku çeteyan gule li xwepêşandêran barandin û hejmareke ciwan revandin û birin cihekî nediyar.


