Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan-Şaxê Kobanê ji ber wefata dayîka hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik, Rehan Bayîk peyama sersaxiyê da.
Însiyatîfê got ku wê bi xemgînî agahiya koçkirina dayîka pêşeng û şoreşger Cemîl Bayîk, Rehan Bayîk bihîst.
Wek Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê, em sersaxiyê ji gelê xwe, malbata hêja ya Bayîk re dixwazin.
Dayîka pêşeng û şoreşger Cemîl Bayîk ewladekî hêja ku hemû temenê xwe ji bo azadiya gelê xwe feda kir anî dinê.
Bêguman dayîka Rehan Bayîk ne tenê dayîka pêşengê me ye, lê di heman demê de dayîka me hemûyan e.
Ew jina Kurd e ku di dîrokê de heta roja îro bi fedakariyên mezin li ber xwe da û zarokên xwe li ser doza azadiya gelê kurd mezin kir.



