Ekrem Îmamoglû, derbarê serdana Hevserokên DEM Partiyê daxuyanî da.
Îmamoglû destnîşan kir ku ji bo aştî û çareseriya mayînde divê li Meclisê komîsyon bê avakirin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû yê li Girtîgeha Marmarayê girtî, derbarê serdana 19’ê Hezîranê ya DEM Partiyê daxuyaniyek nivîski da.
Îmamoglû diyar kir ku serdana Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan pir biqîmet û girîng bû.
Îmamoglû destnîşan kir ku derheqê pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd, gavên pêwîst ên ji bo aştiyê, xwefesixkirina PKK’ê û gelek mijarên din gotûbêj kirine.
Îmamoglû, bi bedewamî weha dibêje: “Ji bo çareseriya pirsgrêka Kurd bi rêgezên demokratîk divê gavên lezgîn bên avêtin û li Meclisê komîsyon bê avakirin.



