Îsraîlê bi balafirên şer û Îranê jî bi fuzeyan li dijî hev êriş pêk anîn.
Gelek dever ên li her du welatan hatin bombebarankirin.
Artêşa Îsraîlê ragihand balafirên şer cara ewil êrişî rojavayê Îranê kirine.
Li gorî daxuyaniya artêşê hedefên leşkerî û binkeyên fuzeyan hatine bombebarankirin.
Îranê 40 fuzeyên Hayber Şekan avêtin Îsraîlê
Îranê jî bi fuzeyan careke din êrişî Îsraîlê kir. Artêşa Parêzvanên Şoreşê ya Îranê ragihand wan 40 fuze yên bi navê Haybet Şekan avêtine Îsraîlê.
Hate diyarkirin ev fuze cara ewil tên bikaranîn.
Li gorî çapemeniya Îsraîlê di êrişên Îranê yên îro de 27 kes birîndar bûne.



