Nûnerên Meclisa wargeha Mexmûrê yên ku ji aliyê Iraqê ve hatibûn girtin, piştî 37 rojan hatin berdan.
Lê heta niha jî rêgiriya Iraq û PDK’ê li ser wargehê dewam dike.
Di 14’ê Gulanê de şandeyek ji Meclisa wargeha Mexmûrê ji bo çareserkirina pirsgirêkên wargehê serdana Bexdayê kirin lê piştî ku hevdîtin bi Wezîrê Edaletê re pek tînin di vegerê de hatin binçavkirin.
Şêniyên Mexmûrê li dijî girtina şandeyê berxwedaneke mezin meşandin û daxwaza mafên xwe kirin.
Di encama vê berxwedanê de nûner piştî 37 rojan hatin berdan lê hîn jî ambargo berdewam e.
Tê zanîn ku ji 10’ê Nîsanê ve rê nayê dayîn ku kel û pel derbasî wargehê bibin, rê ji bo karker nayê vekirin ku biçin ser karên xwe û nasnameyên xelkê wargehê nayên nûkirin.
PDK’ê jî ji 17 Tîrmeha 2019’an û heta roja îro ambargo danî ser wargehê û rê nade xelkê wargehê derbasî bajarên Başûrê Kurdistanê bibe.



