QSD’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand û got: “Hevreyên me Argeş, Kurtay û Xebat bi xwîna xwe ya pak efsanên lehengî û berxwedanê nîvisandin.”
Navenda Ragihandinê ya QSD da xuyakirin ku her 3’ê şervanên wan piştî destanên lehengî û berxwedanê li hemberî dagirkerên dewleta Tirk û çeteyên wê, şehîd bûn.
QSD’ê diyar kir ku hevriyê wan Argeş Ereb, Kurtay Şoreş û Xebat Amed îsbat kirin ku di parastina ewlehî û aramiya herêmên xwe de dilsozên rêgezên xwe bûn.
Her sê leheng di têkoşîna xwe ya li dijî rêxistina terorîst de fedakariyên mezin kirin.
QSD’ê sersaxî ji tevahî malbatên şehîdên re xwest û got; em ê têkoşîna wan a nîştimanî û şoreşgerî bidomînin heta ku bi serkeftinê tacîdar bikin.
Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her sê şehîdan wiha ye:
Nasnav: Argeş Ereb
Nav û paşnav: Xelîl Ehmed
Navê dayikê: Necah
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê:Minbic
Cih û dîroka şehadetê: Sirîn-Cirniye- 21 Kanûn 2024
Nasnav: Kurtay Şoreş
Nav û paşnav: Selahedîn Sarac
Navê dayikê: Xatîme
Navê bav: Teymûr
Cih û dîroka şehadetê: 8’ê Çileya 2025’an li Bendava Tişrînê birîndar bû û 19’ê Çileya 2025’an li Nexweşxaneya Reqayê şehîd bû.
Nasnav: Xebat Amed
Nav û paşnav: Yûnis Bekir
Navê dayikê: Sema
Navê bav: Nacî
Cih û dîroka şehadetê: Dêr Hafir-18’ê Sibat 2025.



