Li kantona Firatê têkildarî banga Aştî û Civaka Demokratîk, semînerek hat dayîn di semînerê de teqzî bi hevgirtin û yekîtiya gelan hat kirin.
Semîner bi pêşengiya Meclisa bajarê Eyn Îsa, li li salona civînan hat lidarxistin.
Xelkê bajêr, endamên saziyan civaka sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên jinan beşdarî semînerê bûn.
Di semînerê de berdevka Însiyatîfa Sûriyê ya ji bo azadiya Rêber Apo Ayşa Efendî axivî.
Ayşa Efendî li ser jiyana Rêber Apo ji zarokatiyê heta komploya navneteweyî û tecrîda girankirî kurte nivîsek xwend.
Berdevkê Însiyatîfê Bekir Ceradê jî destnîşan kir ku banga aşitiyê ya Rêber Apo di rêya aramî û ewlehiya herêmê de xaleke sereke ye.
Lewma ev yek di nava beşên cuda yên civakê de hesteke geşbîniyê çêkir û di demek krîtîk de bûye nexşerêyek.
Di dawiya Semînerê de Bekir Ceradê da zanîn ku ev bang wê bibe sedema başkirina jiyana rojane di warê aramî û aktîvkirina diyalogê di navbera pêkhateyên cuda de.



