Li bajarê Til Temirê, êrişa li dijî Dêra Mar Ilyas bi daxuyaniyek hat şermezarkirin, beşdarên daxuyaniyê teqez kirin ku li sernserî Sûriyê xwîna Sûriyan yeke û ti êriş nikare yekîtî û hevgirtina wan têk bibe.
Daxuyanî li Dêra El-Qidîsa ya navenda bajarê Til Temirê bi beşdariya pêkhateyên Ereb, Sûriyan û Kurd hate dayîn.
Her wekî endamên partiyên Sûriyan, Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê û Partiya Çep beşdarî daxuyaniyê bûn.
Beşdaran hedfgirtina pêkahteyên Xiristiyan bi tundî şermezar kirin û gotin:
“Sûriyê bi mûzayîka xwe ya pir reng dewlemende.
Ji ber vê yekê, her olek xwedî mafeke rewa yê di pêkanîna baweriyên xwe yên olî de.”
Her wekî beşdaran bang li hikûmeta veguhez kirin ku erk û berpirsiyariya xwe li hember êrişê pêk bîne û hesabê ji sûcdaran bixwaze.



