22’yê Hezîranê li dijî Dêra Mar Îlyas a li taxa Diwêla ya şamê êrişeke xwekuj hatibû kirin. Di encamê de gelek kes hatibûn kuştin û birîndarkirin.
Kesî nedizanî kî li dû vê êrîşê ye.
Lê îro Koma bi navê “Seraya Ensar El Sunna”, bi daxuyaniyekê ev êrîş girte ser xwe.
Di daxuyaniya komê de hate gotin ku êriş ji aliyê kesê bi navê Mihemed Zêneabidîn Ebû Osman ve hatiye kirin.
Her wiha gefa êrişên din hate xwarin.



