Îro civîna endamên NATO’yê li bajarê Lahey yê Holandayê dest pê kir.
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte, serokên dewletên endam pêşwazî kir.
Civîn wê du rojan dewam bike.
Tê diyarkirin mijara parastinê wê rojeva sereke ya civînê be.
Di vê mijarê de li ser astengî û pirsgirêkên di navbera endamên NATO’yê de heyî wê bê niqaşkirin.
Hat ragihandin 32 welatên endamên NATO’yê, beriya vê civînê lêçûna derbarê qada leşkerî û parastinê de lixwe girtin û îmzekirin.



