Şerê Îsraîl û Îran 12 rojan dom kir û duh agirbest hat ragihandin.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu îdîa kir ku di vî şerî de “serketineke dîrokî” bi dest xist.
Her wiha Netanyahu got wan gefên çekên nukleer ên Îranê tune kiriye.
Di daxuyaniya bi dîmen a ji aliyê ofîsa Serokwezîriyê ve hatî weşandin de, Netanyahu ev tişt got:
“Me tu xeteriyên ku gefê li me dixwin, ji holê rakir: gefa nukleer a Îranê û gefa 20 hezar fuzeyên balîstîk.”
Netanyahu, şerê li dijî Îranê weke “serketineke dîrokî” pênase kir û got, niyeta wî ya sekinînê nîne.
Netanyahu got, “Divê em nekevin rehetiyê.
Divê em kampanyaya li dijî çarçoveya Îranê temam bikin, Hamasê têk bibin û bikin ku hemû dîlgirtiyên hem jiyan dikin hem jî mirî, bên berdan.”



