Rêberê olî yê Îranê Elî Xamneyî, ragihand ku di şerê 12 rojan de ew li hember Îsraîl û Amerîkayê bi ser ketin.
Xamneyî ku li ser hesabê xwe yê medya dijîtal daxuyanî da û ji ber şerê 12 rojan yê Îran û Îsraîlê gel pîroz kir.
http://doc.afp.com/63NB2KD
Xamneyî dibêje, “Gelê Îranê li dijî rejima Sîyonîst bi serket.
Rejima Sîyonîst tevî hemû daxuyaniyên xwe jî li hember derbên me têk çû û perçiqî.”
http://doc.afp.com/63L849D
Her wiha Xamneyî eşkere kir serketin wan ya duyemîn jî li hember Amerîkayê bû û got, “Amerîkayê dizanibû ku wê Îsraîl bi temamî têk biçe lewra jî beşdarî şer bû. Lê encam bi dest nexist. Dîsa Îran bi serket.”



