Di bin dirûşemeya ‘Helbest Jiyane, Wêje Çavkaniya Dahênanê ye’ Festîvala Helbestvanên Jin ya Ranyayê di roja duyemîn de bidawî bû.
17 helbestvanên jin yên ku beşdarî festîvalê bûn hêjayî xelat hatin dîtin.
Rêveberiya Çand û Hunerê ya Ranyayê Festîvala Helbestvanên Jin di bin dirûşmeya ”Helbet Jiyane, Wêje Çavkaniya Dahênanê ye bi beşdariya nêzîkî 17 helbestvanên jin lidar xist.
Di heman demê de, hejmarek nivîskar, helbestvan û hezkiriyên wêjeyê yên Herêma Kurdistanê beşdarî festîvalê bûn.
Helbestvanên jin berhemên xwe pêşkêş kirin û di dawiya merasîmê de hêjayî xelat hatîn dîtin.
Rêveberê Rêveberiya Çand û Hunerê ya Raperînê Hîwa Mistefa keyfxweşiya xwe ji festîfalê re anî ziman û got:
Jin her tim di civaka Kurd de perwerdekar bûn.
Ez piştrastim ku potansiyelek zêde ya di nivîsandin û wêjeyê di jinan de heye.
Ev ne destpêk û ne jî dawî ye.
Em hewl didin ku her sal ji bilî çalakiyên çandî yên di warê muzîk, huner û gelek tiştên din de, çalakiyên bi vî rengî ji bo jinan werin lidarxistin.”



