Şehîd Bermal ku bi wêrekî û dilsoziya xwe hêviya li Kurdistanê geş kir, ji Zapê heta bi Rojava li dijî mêtingeriyê mîrateyeke nemir a agirê azadiyê li pey xwe hişt.
Têkoşînên azadiyê bi fedakarî û biryardariyê herikîna dîrokê diguherînin.
Ruhê berxwedanê yê ku Zîlan pêşengî jê re kir, di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de bû sembolek.
Şehîd Bermal (Guler Ortaç) sala 1967’an li gundê Yolagzi yê Êlihê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû.
Malbata wê xwedî kevneşopiya serhildêr a Kurdistanê, ruyekî berxwedêr ê li dijî mêtingeriya Tirk bû.
Hîn yek salî bû malbata wê koçî navenda Êlihê kir.
Li nava malbateke welê mezin bû ku demokrat bû û ji têkiliyên feodal rizgar bûbû.
Weke jineke Kurd a wêrek, jêhatî, têkoşer û fedakar mezin bû.
Dibistana seretayî qedand û dest ji xwendinê berda.
Sala 1988’an tevlî xebatên tevgera azadiyê Kurdistanê dibe.
Salên têkoşînê bilindbûna jin a serhildanê
1989’an li Amedê hate girtin û zindanê ji bo xwe vedigerîne dibistanekê têgihiştinê.
Piştî tê berdan heman salê li febrîqeya Tekel a Êlihê dest bi kar kir.
Li vir jî nesekinî; karkerên jin bi rêxistin kir, ji bo gerîla û zindanê piştgirî kom kir.
Dema Newroza 1990’î hat ji kesên destpêkê keviran bi avêje polîsan û agirê serhildanê dane Bermal bû.
Weke ‘Keça Serhildanê’ hate pênasekirin û ji her dilî re bû hêvî û li her taxê bû Xwişka Şukran.
Di navbera salên 1990 û 1993’an de pênc caran hate girtin, êşkence lê hate kirin lê belê dest ji berxwedanê beneda.
40 rojî li hemberî êşkenceyê li ber xwe da û dijmin xist ser rê.
Milê wê yê rastê, hestiyên sînga wê şikestî, bedena wê felçbûyî ji zindanê derket.
Di Nîsana 1993’an de li Eyaleta Xerzanê tevlî nava refên gerîla bû.
Ji ber hin nexweşiyên fîzîkî hem tedawî dît hem jî ji bo karên gel ji Edeneyê re hate şandin.
Di Tebaxa 1995’an de çû Dersimê.
Di vê navberê de di Konferansa Neteweyî ya 4’emîn de ji bo çalakiyên fedaî bêne kirin biryar hate wergirtin.
Şehîd Bermal ev biryar destpêkê di kesayetiya xwe de xist meriyetê.
“Xwezî ji canê min bêhtir tiştek hebûya ku min bida vê têkoşîna pîroz”
Şehîd Bermal di rapora xwe ya têkildarî çalakiya fedaî de hestên xwe yên ji bo Rêber Apo bi vî rengî anîbû ziman:
“Serokê min ê hêja! Ez bi hemû hebûna xwe, xwe fedaî gelê xwe bikim jî li pêşberî ked û hewldanên we ne tiştek e. Xwezî ji canê min bêhtir tiştek hebûya ku min bida vê têkoşîna pîroz.
Daxwaza min a herî mezin ew bû ku we bibînim, biaxivim û tevlî perwerdeya we ya pîroz bibim. Çi kêfxweşî û serbilindî ye ku hûn rêberê têkoşînekê ne ku bi hezaran mirov di her kêliyê de dikarin di oxira wê de canê xwe feda bikin.
Şehîd Bermal bi çalakiya fedaî re ku 29’ê Cotmeha 1996’an li Sêwasê roja ‘Cejna Komarê’ ya dewleta Tirk ya pêk anî, bendek ji agir li dora Rêber Apo danî



