Wezareta Tendirustiyê ya Îranê eşkere kir ku di encama êrişên 12 rojan yên Îsraîlê de 627 kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatin kuştin û 4 hezar û 870 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Tendirustiyê têkildarî encama êrişên 12 rojan yên Îsraîlê amarên nû parve kir.
Li gor Wezareta Tendirustiyê ya Îranê, ji ber êrişên Îsraîlê 627 kes li Îran û Rojhilatê hatine kuştin û 4 hezar û 870 kes jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku piraniya kuştî û birîndaran xelkê Tehran û bajarê Kirmaşan yê Rojhilatê Kurdistanê ne.
Her wiha hatiye eşkere kirin di encama êrişan de 35 fermandar û leşkerên Îranê jî hatine kuştin.
Hat diyarkirin di encama êrişên 12 rojan de 500 avahiyên niştecihbûnê ziyanek mezin dîtine û 120 avahî jî bi temamî rûxiyane.



