Ukrayna û dezgeha mafên mirovan a Konseya Ewropayê roja Çarşemê peymanek îmze kirin ku bingeha damezrandina dadgeheke taybet datîne da ku berpirsên payebilind ên Rûsyayê bi “kirina sûcê êrîşkariyê li dijî Ukraynayê” darizîne.
Ji bo darzandina berpirsên payebilind ên Rûsyayê Urkayna û desgeha Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê lihevkirin ku dadgeheke taybet ava bikin.
Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky û Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Alain Berset peyman li Konseyê ya li Strasbourg a Fransayê îmze kirin.
Zelenskyy diyar kir ku ev gaveke bi rastî girîng e. Divê her sûcdarê şer bizanibe ku edalet wê were bicîhanîn, û ev yek Rûsya jî di nav de ye. ew niha bi cidî xebata qanûnî xurt dikin.
Zelensky anî ziman ku hîn rêyek dirêj li pêşiya wan e. li gorî wî peymana îro tenê destpêk e. divê ew gavên rastîn bavêjin da ku ew bixebite.
Ukraynayê ji destpêka şer di Sibata 2022’an de daxwaza avakirina dadgeheke wiha kiriye, hêzên Rûsyayê bi kirina bi hezaran tawanên şer tawanbar kiriye û niyeta darizandina Rûsan ji bo operasyona leşkerî heye.
Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî fermana girtinê ji bo Serok Putin derxist, ku wî bi dersînorkirina neqanûnî ya bi sedan zarokan ji Ukraynayê tawanbar dike.



