HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Zapê şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê ji malbatên gerîlayan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û got, “Hevrê Sîpan û Mehsûm bê hesab û bi fedakariyeke mezin ya bi rihê fedayîbûnê têkoşîyan û bi erka xwe rabû.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên 2 gerîlayên ku di berxwedana dîrokî ya Zapê de şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê diyar kir gerîla Mehsûm û Sîpan 4’ê Cotmeha 2024’an di êrişa artêşa Tirk a dagirker ya li dijî Qada Sergelê ya Rojavayê Zapê de şehîd bûne û li ser jiyan û têkoşîna wan ev nirxandin kir;
“Hevrêyên me Sîpan û Mehsûm ji bo azadî û parastina hebûna gelê me ji Qamişlo û Amedê tevlî refên azadiyê bûn.
Di temenekî ciwan de tevlî têkoşînê bûn û barê giran ê doza azadiya gelê Kurd dan ser milê xwe.
Bê hesab, bi fedakariyekî mezin û bi hesta bilind a fedayîbûnê tevlî têkoşînê bûn.
Hevrê Sîpan û Mehsûm di qadên cuda de serkefinên mezin pêk anîn û her xebat bê kêmanî bi cih anîn.
Bi ruhê fedayî yê Apocî tevlî Hêzên Taybet bûn û xwe fedayî doza azadiya gelê me kirin û têkoşiyan.”
Dema ku ji bo berxwedana dîrokî ya gerîlayan li Zapê mezin bikin li ser erka xwe bûn, di êrîşa dijmin de şehîd bûn.”
HPG’ê sersaxî ji malbatên her du gerîlayan û ji gelê Kurdistanê re xwest û soza xwedîderketina li bîranînên wan û pêkanîna armancên wan da.

Nasnav: Sîpan Hêvî
Nav û paşnav: Huseyîn Alî
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Navê dayik: Şirîn
Navê bav: Elî
Cih û dîroka şehadetê: 4’ê Cotmeha 2024’an/Zap

Nasnav: Mahsûm Amed
Nav û paşnav: Cafer Dalkiliç
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik: Gulşen
Navê bav: Cuma
Cih û dîroka şehadetê: 4’ê Cotmeha 2024’an/Zap



