Şerê Îran-Îsraîlê ku di 13 Hezîranê bi êrişa Îsraîlê dest pê kir, di 24’ê Hezîranê de bi agirbesta hatî ragihandin, sekiniye.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku di êrişên Îsraîlê de xisareke zêde gihiştiye saziyên wan ên atomê.
Ebas Eraqçî şer û mijara dan û standinên bi Amerîkayê re ji televîzyona fermî ya Îranê re nirxandin.
Ebas Eraqçî got, ku destpêkirina dan û standinên bi Amerîkayê re ne di plana me de ye”.
Eraqçî eşkere kir ku Tehran wê yekê dinirxîne bê ma dan û standinên li gel Amerîkayê di berjewendiya wê da ye yan na.
Heyetên Îran û Amerîkayê li ser mijara bermaneya atomê ya Îranê 5 hevdîtin kirin lê hevdîtin bi destpêkirina şer re rawestiyan.
Ebas Eraqçî: Xisareke zêde gihiştiye saziyên me yên atomê
Wezîrê Karên Derve yê Îranê diyar kir ku di şerê bi Îsraîlê re de ziyanên wan zêde ne û Îranê dest bi nirxandina wan ziyanan kiriye.
Li gorî agahiyên ku wî dane, pisporên enerjiya atomê niha ji bo ziyanên heyî “nirxandineke berfireh” encam didin.
Herî dawî Wezîrê Karên Derve yê Îranê destnîşankir ku eger agirbest ji aliyê Îsraîlê ve were binpêkirin, ewê bersivek tund bidin û got:
“Amerîkayê bi alîkarî dayîna Îsraîl û êrişa ser Îranê, xiyanetê li danûstandinan kir.”.



