Berdevkê Şandeya Danûstandinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevdîtina yekem li gel Hikûmeta Sûriyê a Veguhêz bi gaveke cidî û erênî bi nav kir û got: Hebûna jinan di şandeyê de bi serê xwe peyamek li dijî helwesta hikumeta veguhêz a Sûriyê ya li hember jinan e.
Helwesta me ya di dan û standinan de helwestek nenavendî ye.
Divê hemû hêzên çekdar li Sûriyê QSD’ê ji xwe re mînak bibînin.
Berdevka Şandeya Danûstandinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re Meryem Îbrahîm derbarê pêşeroja Sûriyê de nirxandin kir.
Meryem Îbrahîm anî ziman ku mîsogerkirina maf û azadiyên hemû pêkhateyên neteweyî û olî yên Sûriyê tenê bi rêya danezaneke destûrî ya berfireh pêkan e û wiha dewam kir:
Meryem Îbrahîm: Rêveberiya Xweser ji bo pêşeroja Sûriyê mînak e
Hevpeymana Civakî û ezmûna Rêveberiya Xweser îsbat kiriye ku edalet, wekhevî û yekbûna civakî tenê bi beşdariya hemû pêkhateyan di rêvebirina kar û barên xwe de pêkan e.
Rêveberiya Xweser nayê wateya veqetandinê, wekî ku hin kes îdia dikin, lê belê rêgeza hevkariya rasteqîn a di avakirina welatekî ku hemû Sûrî dihewîne de temsîl dike.
“Hebûna jinan di şandeyê de ji bo hikûmeta veguhêz mesajek bû”
Meryem hevdîtina yekemîn a şandeya Rêveberiya Xweser a ligel hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi “erênî û gavek cidî ya ber bi lihevkirinê” bi nav kir û got:
“Dosyayên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, mijara ezmûnên xwendekaran, her wiha avakirina komîteyên hevbeş ku li ser dosyayan bisekinin, di nav de lihevkirinên destpêkê li ser mijarên girîng çêbûn.
Xala sereke ya hevdîtinê teqezî li ser yekitiya xak û gelê Sûriyeyê kir.
Rêveberiya Xweser berê û niha jî li dijî cudexwaziyê ye û bi vebijêrka nenavendî ve girêdayî ye.
Ev vebijêrk rêya realist a derketina ji tunela paşguhkirin û dûrxistinê ye ku rejîma Baas’ê li dijî pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê pêk dianî.”
“Divê hemû hêzên çekdar li Sûriyê QSD’ê ji xwe re esas bigirin”
Meryem der barê tunebûna nîqaşên rasterast li ser rol û temsîla jinan de jî ev nirxandin kir:
“Tunebûna nîqaşên rasterast li ser rola jinan nayê wateya paşguhkirina wan, lê beşdariya jinan di şandeya Rêveberiya Xweser bi tena serê xwe peyameke ku cewherê vê mijarê nîşan dide.
Tê zanîn ku Rêveberiya Xweser ji destpêkê ve bi rêya pergala hevserokatiyê rêgeza tevkariya di navbera her du zayendan de pejirandiye.”
Berdevka Şandeya Danûstandinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi hikumeta veguhêz a Sûriyê re dawiya axaftina xwe de bang li tevahî hêzên çekdar kir ku beşdarî diyalogan bibin û QSD’ê wekî mînak ji xwe re bibin.



