Serokê Muxalefeta li Îsraîlê Yair Lapid diyar kir êdî feydeya şerê li Xezayê ji bo Îsraîlê nîne û banga bi dawîkirina şer kir.
Lapid duh têkildarî şerê li Xezayê daxuyanî da û diyar kir ev şerê ku êdî ji bo Îsraîlê bê feyde ye dem hatiye bi dawî bibe.
Lapid da zanîn divê rêveberî qebûl bike ku êdî stratejiya heyî kêrhatî nîne û divê rêya xwe biguhere û got; “Bi şer wê ti tiştek neyê bi ser xistin.”
Her wiha Yair Lapid destnîşan kir divê hêzên Îsraîlê ji beşekî mezin yê Xezayê vekişin û Misir bajêr bi rêve bibe.



