Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî pêwendiya telefonî ya bi serokê Amerîkî Donald Trump re eşkere kir ku Trump bi israr ku li Xazeyê agirbesteke nû bi dest bixe.
Her wiha rojnameya “Îsraîl Hayom” ragihand ku rêkeftin bi serbestberdana dîlgirtiyên ku ji aliyê Hamasê ve hatine girtin girêdayî.
Xebatên dibilomasî ji bo rawestandina şerê li Xezayê berdewam dike.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî pêwendiya telefonî ya bi serokê Amerîkî Donald Trump re eşkere kir ku Trump bi israr ku li Xazeyê agirbesteke nû bi dest bixe.
Li Brukselê di civîneke çapemeniyê de piştî civîna YE, Macron eşkere kir ku Trump ji girîngiya agirbestê li Xezeyê baş haydar bû.
Bi taybet piştî agirbesta bi navbeynkariya Amerîkayê ku şerê 12 rojan di navbera Îsraîl û Îranê de rawestand.
Li gorî ofîsa Macron, her du aliyan li ser rewşa Rojhilata Navîn û şerê li Ukraynayê axivîne.
Raporên ragihandina Îsraîlê destnîşan kirin ku Trump û Wezîrê Derve yê DYA, Marco Rubio, bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer re bi rêya telefonê axivîne.
Di encamê de lihevkirinek hatiye kirin ku şerê li Şerîda Xezeyê “di nav du hefteyan de” biqede.
Îsraîl Hayom: Agirbesta li Xezayê bi serbestberdana dîlgirtiyan ve girêdayî ye
Her wiha rojnameya “Îsraîl Hayom” ragihand ku rêkeftin bi serbestberdana dîlgirtiyên ku ji aliyê Hamasê ve hatine girtin girêdayî.
Ev yek wekî beşek ji rêkeftinê armanc dike rageşiya li herêmê kêm bike.
Li gorî rojnameyê, di peymanê de amadebûna Îsraîlê ji bo çareserkirina nakokiya Filistîn-Îsraîlê ya li ser bingeha çareseriya du dewletan hate destnîşankirin.
Ev yek bi şertê ku di nav Desthilata Filistînê de roform werin kirin.
Di berdêla vê de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wê hin serweriya Îsraîlê li ser deverên Şerîaya Rojava ya dagirkirî nas bike.
Li aliyê din wê ev bekî beşek ji têgihîştinên berfirehtir ku berfirehkirina Peymanên Birahîm ji bo ku welatên din, dibe ku Sûriye jî di nav de, dihewîne.



