Li Ermenistanê bi hêceta ku hewl daye hikumetê hilweşîne rahibek hate binçavkirin. Ev yek bû sedema nerazîbûnên mezin û alozî derket.
Hêzên Ewlekariyê yên Ermenistanê dema xwestin Ser-Metran Mikael Acapahyan binçav bikin, rahib li ber vê yekê rabûn û di navbera wan de alozî derket.
Lê Ser Metran qebûl kir ku bi hêzên ewlekariyê re here û diyar kir ew ji bo Ermenistanê ne gef e, gefa herî mezin di nava hikumetê de ye.
Li dijî Ser Metran Mikael Ajapakhyan bi tohmeta ku dixwaze desthilatê bixe destê xwe, yekbûnê xirab bike, bi rêya tundiyê dixwaze pergala destûrî hilweşîne doz hate vekirin.
Her wiha bi sedan kesî jî li ber dadgehê li dijî binçavkirina metran çalakî kirin.
http://doc.afp.com/63TW2ZT
Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan jî îdia kir ku hêzên ewlekariyê pêşî li derbeyekê girtine ku kesên oldar li pey wê bûne.



