Duh, 26’ê Hezîranê, li parlementoya Îngilistanê konferanseke navnetewî hate lidarxistin û daxwaza azadiya Rêber Apo hate kirin. Hate diyarkirin divê piştigiriya pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê bê kirin.
Her wiha ji hikumeta Îngilistanê jî hate xwestin ku piştgiriyê bide projeya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Bang li Îngilistanê hate kirin ku piştgiriyê bide rêveberiya xweser
Konferans ji aliyê ‘Kampanya Sendîkayî ya Azadî ji Ocalan re hate lidarxistin, gelek siyasetmedar, rewşenbîr û nûnerên sazî û rêxistinan beşdar bûn.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, qala girîngiya danûstandinên ji bo aştiya navbera gelan kir.
Ferhad Hemmî jî bal kişand ser bandora fikrên Rêber Apo li ser modela Rêveberiya Xweser û qala şoreşa Rojava kir.
Prof. Abbas Walî jî qala dîroka tevgera Kurd kir û destnîşan kir ku aştî bêyî demokrasiyê nabe.
Di dawiya konferansê de encamname hate eşkerekirin.
Di encamnameyê de hate diyarkirin ew piştgiriyê didin parastina aştî, edalet û mafên bingehîn ên gelê Kurd ê li Tirkiyeyê.
Her wiha ew piştgiriyeke xurt didin banga Aştî û Civaka Demokraîk ya Rêber Apo ku 27’ê Sibatê kir.
Bang li dewleta Tirk jî hate kirin ji bo pêvajoya nû ya aştiyê gavên bi lez û şênber biavêje.
Bang li hikumeta Îngilistanê jî hate kirin piştgiriyê bide hewldanên aştiyê yên li Tirkiyeyê û ji bo parastina mafên Kurdan ên li Sûriyeyê bi roleke erênî ya dîplomatîk rabe û her wiha piştgiriyê bide projeya Rêveberiya Xweser ya ji bo Sûriya demokratîk.
https://anfkurdi.com/ewropa/li-parlamenta-Ingilistane-banga-ji-bo-azadiya-reber-apo-198921



