Hikumeta Lubnanê ji sekreterê giştî yê NY’yê re xwest ku mîsyona UNIFIL’ê ji bo saleke din were dirêjkirin.
Hikumeta Lubnanê bi rêya heyeta xwe ya daîmî ya New Yorkê nameyek ji sekreterê giştî yê NY’yê Antonio Guterres re şand.
Di nameyê de ji Neteweyên Yekbûyî (NY) hatiye xwestin ku mîsyona Hêzên Navneteweyî yên Parastina Aştiyê (UNIFIL) ku 31’ê Tebaxa 2025’an de bi dawî dibe ji bo saleke din were dirêjkirin. Her wiha daxwaza vekişîna Îsraîlê ji xaka Lubnanê û rawestandina binpêkirinên li dijî serweriya Lubnanê hatiye kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên UNIFIL’ê sala 1978’an bi biryarên 425 û 426’an ên Konseya Ewlekariyê ya NY’yê hatin avakirin. Armanca avakirina wê hêzan ew e ku çavdêriyê li vekişîna hêzên Îsraîlê ji xaka Lubnanê bike, ewlehî û aştiya navneteweyî mîsoger bike û destekê bide hikumeta Lubnanê da ku serweriya xwe li başûr vegerîne.
Piştî şer Tîrmeha 2006’an, Konseya Ewlekariyê bi biryara 1701’an mîsyonên din; çavdêriya li agirbesta di navbra Hizbullah û Îsraîlê de bik, piştgiriyê bide artêşa Lubnanê li başûrê welat, her wiha mîsogrkirina gihandina alîkariyên mirovî dan UNIFIL’ê.
Ji nêzî 48 welatan, zêdetirî 10 hezar leşker ku di nava UNIFIL’ê de cih digirin li başûrê çemê Lîtanî yê başûrê Lubnanê belav in.



