‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ hêviyeke mezin da gel.
Gelê ku di nava şerê pêncî salî de êşên gelekî giran kişandiye, bû ew alî ku herî zêde xwedî li aştiyê derdikeve.
Yên ku herî zêde piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê jî ew malbat in ku ewladên xwe di şer de ji dest dane.
Yek ji wan malbatan jî Makbûle Guner e ku li navçeya Sûr a Amedê dimîne.
Dayika Makbûle di şer de kurê xwe Yilmaz Guner ji dest da.
Kurê Makbûle Guner, Yilmaz Guner (Herekol Canşêr) piştî ku sala 2010’an tevlî nava refên PKK’ê bû, bi êrîşên DAÎŞ’ê re derbasî Herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û berê xwe da kobanê .
Di şerê Kobanê de bi giranî birîndar bû û 3’ê Adara 2015’an şehîd ket û her wiha li Rojava hate veşartin.
Dayîka Makbûle Guner bang li dewletê kir ku bersivê bide pêvajoyê û gavan bavêje.
Makbûle diyar kir pêvajoya aştiyê ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin gelekî girîng û dîrokî ye.
Em dixwazin êdî ev şer biqede daku hêstirên çavên dayîkan bisekine.



