Endamê Tensîqa Şengalê Hisên Hecî bang li gelê Êzidî kir ku li hember propogandayên hilbijartinê hişyar tevbigerin û heman demê de behsa madeya 140’an a Destûra Iraqê kir.
Hisên Hecî, madeya 140 a Destûra Iraqê ji sala 2007’an vir ve nehatiye bicîhanîn û got ku PDK vê madeyê tenê ji bo propagandaya hilbijartinê bi kar tîne.
Her wiha Hecî, dazanîn divê gelê Êzidî nebin qurbanê bangewaziyên hilbijartinê yên PDK’ê.
Hisên Hecî destnîşan kir ku Hikûmeta Bexdayê nikare mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bide, wê çawa bi mîlyaran dînaran ji bo cîbicîkirina madeya 140 re xerc bike.
Hecî bal kişand ser ofîsên qeydkirina navan, bi taybetî xwestina karta hilbijartinan û got:
“Ev cara yekem e ku di karekî wiha de karta hilbijartinan têne xwestin û tu peywendiya madeya 140′ an bi alîkariya xelkê re tuneye.
Hisên Hecî bal kişand ser madeya 140′ an û wiha pêde çû, ger ev made li gor daxwaza PDK’ê bihatana cîbicîkirin, wê herêm Şengalê rasterast bi cografyaya Başûr ve hatibana girêdan.
Lê belê, sînorê Başûrê Kurdistanê di sala 1991’an de, di bin navê “xeta 36” de hate diyarkirin û nikare bi qasî bihostekê jî li ser sînorê xwe zêde bike.
Hecî di dawiya axaftina xwe de got:
“Armanca PDK’ê ew e ku li van herêman serdestiya xwe ji nû ve ava bike, lê gel êdî rêbazên wan pir baş dizane.”



