Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya 100’emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anîn.
KCK’ê got: “Gelê Kurd wê vê pêvajoyê bi serketî bi pêş bixe.
Têkoşîna ku ji serdema Şêx Seîd heta roja me bi bedelên mezin hatiye dayîn wê bi encam bibe û hesreta azadiyê bi dest bixe.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya 100’emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî daxuyaniyek nivîskî da.
KCK’ê di daxuyaniyê de gotin ku Şêx Seîd welatparêzekî hestyar, wêrek, zana û pêşengê gelê xwe bû û wiha dom kir:
“Şêx Seîd û hevalên wî di bîra gelê Kurd de cihekî kûr digirin.
Em wan her tim bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.
Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdariyeke mezin bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wan ên hêja ditewînin.
Her wiha di şexsê wan de hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê careke din bi minetdarî bi bîr tînin.
Em dixwazin li vir diyar bikin ku xebata KNK’ê ya bi boneya sedsaliya darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî pêk tîne pir watedar dibînin.”
KCK: Tekoşîna şêx Seîd li dijî neheqî û înkara li ser gelê Kurd bû
KCK’ê diyar kir ku Şêx Seîd welatparêzekî hestyar, wêrek, zana û pêşengê gelê xwe, neheqiya li ser gelê Kurd qebûl nekir û li dijî înkara li ser gelê Kurd derket û wiha pê de çû:
Têkoşîna ku wî dayî, îtîrazeke dîrokî ya li dijî neheqî û înkara ku li ser gelê Kurd tê kirine.
Her çiqasî têkoşîna wan bi komkujî û darvekirinên dewleta faşîst a qirker hatibe tepisandin jî, wan bi berxwedan, wêrekî û bêyî ku tawîzê ji doza xwe bidin çûn sêdarê û ev yek tevkariyeke mezin da kevneşopiya berxwedana Kurdistanê.
Di encama têkoşîna Şêx Seîd û Seyît Rizayan de, li Kurdistanê berxwedan û têkoşîn ti carî kêm nebû û ev pêvajo heta derketina PKKê dom kir.
KCK: Tekoşîna Îêx Seîd bi banga Rêber Apo wê bi encam bibe
KCK’ê di nava daxuyaniyê de îşaret bi banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir û da zanîn ku bi derketina Rêber Apo û PKK’ê ya li ser dika dîrokê re têkoşîna Şêx Seîd û hevalên wî ket qonaxeke dîrokî ya nû, şoreşa vejîna neteweyî pêk hat û siyaseta înkar û tinekirinê şikest û bi van gotinan daxuyanî bi dawî kir:
Niha bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a dîrokî ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye pêşxistin, ev têkoşîn ketiye qonaxa avakirina azadiya gelê Kurd.
Têkoşîna ku ji serdema Şêx Seîd heta roja me bi bedelên mezin hatiye dayîn wê bi encam bibe.
Bendewariya Şêx Seîd ku dema ku ew dibirin darvekirinê ji bo rûyê neviyên xwe reş neke û têkoşînê bidomîne, wê pêk were.


