Berdevka Yekitiya Ragihandina Jin Arîn Siwêd di salvegera 5′ emîn a damezrandina YRJ de diyar kir ku ew ê YRJ mezintir û xurtir bikin.
YRJ’ê ku yekem rêxistina jinên rojnamevan e di 28`ê Hezîrana 2020’an de hat damezrandin, li ser hîmê paradîgmaya neteweya demokratîk û azadiya jinê kar û xebatan dide meşandin.
Niha jî zêdetirî 500 rojnemevanên jin di bi sîwana YRJ’ê xwe bi rêxistin dikin û rolekî aktîf dilîze.
Berdevka YRJ’ê Arîn Siwêd da zanîn ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û asta Sûriyê bi giştî de hevdîtinên wan bi gelek rojnamevanên jin re çêbûne.
Arîn Siwêd diyar kir ku ev hevdîtin bi armanca xurtkirina têkiliyan û naskirina zehmetiyên ku rojnamevanên jin di nava civak dikşîne.
Arîn Siwêd: Em çanda dijberiya jinan dikin mijarê nîqaşê
Her wiha Arîn Siwêd destnîşan kir ku dema ew dibêjin kujerên jinan, ew behsa kuştinên fîzîkî û derûnî dikin û got ku ew çanda dijberiya jinan bi her awayî dikin mijara nîqaşê.
Berdevka YRJ’ê Arîn Siwêd salvegera 5’emîn a damezirandina YRJ’ê pîroz kir û destnîşan kir ku dê xebatên YRJ’ê pêş bixin û bihêztir bikin, her wiha konferansa xwe li dar bixin.



