Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, biryara da ku pişgiriya çandiyên demsala havînê bi taybet çandiniya pembo, sebze û darên fêkî bie.
Desteya Çandinî û Avdanê li kantona Reqayê ji bo piştgirya çandiniya demsala havînê, amadekariyên belavkirina mazotê li çokaran dike.
Desteyê ragihand ku ew ê ji bo peydakirina mazota arzan piştgiriya pêkanîna vê planê bike.
Li gorî plana desteyê, dê ji bo her avdanekê, ji her donimek erda ku bi ava bîrên kûr tê avdan 20 lître mazot bide.
Her wiha ji bo donimek erd ku bi ava çeman û rûbaran tê avdan 12 lître, û ji bo her donimeke sebzeyan 10 lître mazot bide.
Hevserokê Ofîsa Çandiniyê ya Desteya Çandinî û Avdanê ya Kantona Reqayê, Eymen El Sultan got:
Li kantonê 71 hezar donim pembo û 14 hezar donim sebzeyên cuda hatine çandin.
Desteyê ji ofîsê xwest ku bi navendên çandiniyê yên kantonê re hevkariyê bike da ku ji bo 4 avdanan mazotê bide cotkarên darên fêkî.
Me ji bo her donimek darên fêkî 5 lître mazot veqetandiye.
Rûberên çandiya avî yên li kantona Reqayê 90 hezar hektar in, piraniya wê rûbarê bi rêya projeyên avdanê weke projeyên Belîx, El Raid û projeyên li ser çemê Firatê, tên avdan.



