Koordînasyona PAJK’ê bi boneya salvegera çalakiya wê ya fedayî Zîlan-Zeyneb Kinaci bibîranî û got, “Jin divê li ser bingeha rastiya Zîlanê, ji bo jiyana azad seferber bibin, xwebiparêzin û bi rêxistin bikin.”
Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê-PAJK’ê bi wesîleya salvegera 29’an ya şehadeta Zîlan (Zeynep Kinaci) daxuyaniyek weşand û ew bibîranî.
PAJK’ê diyar kir Zîlan bi çalakiya xwe ya mezin weke xwedawenda azadiyê cihê xwe di dîroka tevgera azadiyê de girt û got;
PAJK: Me li ser xeta Zîlanê şer kir û hebûna xwe bi dest xist
“Weke jinên Kurd me di xeta Zîlan de şer kir û hebûna xwe bi dest xist.
Em ê li gorî paradîgmaya ku di manîfestoya aştî û civaka demokratîk de hatiye destnîşankirin, bi biryar têkbikoşin.
Jin wê di avakirina civaka demokratîk de rola pêşengiyê bilîze. Jin wê bibe afirînerên guherîn, veguherîn û jiyana azad.
Jin divê li ser bingehê rastiya Zîlanê, ji bo jiyana azad bi hemû hêza xwe seferber bibin, xwe biparêzin û xwe bi rêxistin bikin.”



