Bi boneya salvegera 29’an a şehadeta Zîlan Kongra Star daxuyaniyek da û diyar kir ku şehîd Zîlan nimûneya jina azad, şerker û ronakbîr e.
Kongra Star got ku şehîd Zîlan bi çalakiya xwe bû semboleke nemir, ronakbîr û siyasetemendar a xwedî girêdaneke kûr bi doza gelê xwe.
Her wekî destnîşan kir ku çalakiya wê ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê mîladeke nû ye û destpêka asoyek nû ya artêşbûna jinan e.
Li Dêrikê ji bo bîranîna şehîd Zîlan pêşangehek hat vekirin
Li Dêrikê jî bi heman boneyê pêşangeheke hunera şêwekariyê hat vekirin.
Di pêşingehê de, 33 wêneyên ku balê dikişînin ser ked û têkoşîna jinan hatin pêşandan.



