Li Almanyayê bi wesîleya salvegera 100. ya serhildana Şêx Seîd û darvekirina wî û hevalên wî, Însiyatîfa Meleyên Kurdistanê li ser girîngiya yekîtiya netewî panelek lidarxistin.
Şêx Murşid Xiznewî di panêle de axivî diyar kir azadiya gelê Kurd tenê bi yekîtiya netewî dikare pêk were.
Şêx Xiznewî diyar kir Şêx Seîd li pey heq û heqîqetê bû da zanîn ew ne tenê rêberekî olî bû di heman demê de rêberekî siyasî bû.
Xiznewî anî ziman sedema sereke ya têkçûna serhildanên Kurdan ji ber nebûna yekîtiya netewî bû û got,
“Li cihê ku yekîtî lê nebe, xiyanet, şikestin û têkçûn pêk tê. Eger em dildarê Kurdistanê bin, erka me ya sereke avakirina yekîtiya netewî ye.”
Her wiha Xiznewî destnîşan kir di mijara Kurdistanê de divê di çarçoveya partiyan bê derketin û got, “Kurdistan ne ya partiyan e, Kurdistan ya gel e. Divê em nêrînên siyasî li aliyekê bihêlin û bi hevre xwedî li welatê xwe derkevin.”



