Êrişên artêşa Tirk ên li dijî hêzên gerîla ku di rewşa agirbestê de ne zêde bûne.
HPG’ê ragihand bi xazên kîmyewî û çekên qedexekirî bikaranîn.
HPG’ê eşkere kir gerîlayan jî çalakiyên bersivdayînê lidarxistine lê ji ber hesasiyeta pêvajoyê ew dîmenên çalakiyan naweşînin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk û çalakiyên gerîlayan ên bersivdayînê de daxuyanî da.
HPG’ê diyar kir di nava du hefteyên dawiyê de li hêrêmên, Zap û Metînayê êriş gelekî zêde bûne û got,
“Li gundê Sêgirê yê nêzî Amediyê û li Girê Amêdiyê bi çekên kîmyewî pêleke êrişan hat destpêkirin û ev êriş didomin.
Me jî di 24 û 26’ê Hezîranê de, operasyonên bersivdayînê lidar xistin.”
HPG: Ji ber hesasiyeta pêvajoyê em dîmenên çalakiyan naweşînin
HPG’ê eşkere kir ew girêdayî pêvajoya nû ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin in û ji ber hesasiyeta pêvajoyê ew niha dîmenên vê çalakiyê naweşînin û got,
“Lê eger piştî vê operasyona me ya bersivdayînê û hişyariyê, artêşa Tirk erîşên xwe berdewam bike, wê bersiva me girantir be.”
https://anfkurdi.com/kurdistan/hpg-nCr-e-Erisen-artesa-tirk-zedetir-bun-198939



