Thursday 2026/06/11
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Michela Arricale: Tenê gotina aştî têr nake

June 28, 2025
in POLÎTÎKA
A A
Michela Arricale: Tenê gotina aştî têr nake
Share on FacebookShare on Twitter

Parêzer Michela Arricale derbarê giringiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivî û got: “Wekî hemû pêvajoyên demokratîk, avakirina aştiyê tenê wê demê wateya rastîn bi dest dixe ger ku ji hêla civakê ve were parvekirin û hembêzkirin. Divê destûr bê dayîn ku Birêz Ocalan bi gelê xwe re biaxive û wan tevlî pêvajoyê bike.”

Hevseroka Navenda Lêkolîn û Pêşvebirina ji bo Demokrasiyê ya Îtalyayê û di heman demê de Heseroka Koma Mudaxeleya Hiqûqî ya Navneteweyî Michela Arricale derbarê pêvajoya “Avakirina aştî û civatek demokratîk” de nirxandin kir.

Michela Arricale, diyar kir ku ew pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi eleqe û hêviyek mezin dişopînin û got

“Ger derfetek rastîn were dayîn, Birêz Ocalan wê ji bo berjewendiyên civaka Kurd binirxîne û bi vî rengî dibe ku ji bo rêyek rastîn a aştiyê cîhek veke.

Ev dikare ji bo avakirina Tirkiyek bi rastî demokratîk kêliyek pir girîng temsîl bike.”

Michela Arricale: Ez jî dixwazim bi birêz Ocalan re hevîdtinê bikim

Michela Arricale tecrîda li dijî Rêber Apo jî bi van gotinan nirxand:

“Ez teqez nafikirim ku tecrîd li gorî ruhê pêvajoyê ye.

Em bi dilsozî hêvî dikin ku hemû aliyên têkildar bi niyeta baş tevdigerin û tevli pêvajoya aştiyê bibin.

Di vê navberê de, ez jî dixwazim bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikim!”

Michela Arricale, serdana xwe ya Tirkiyê bi rojeva pêvajoyê jî wiha bi bîr xist

“Ez ê di demek nêzîk de bi şandeyeke navneteweyî re li Stenbolê bim ku bi taybetî ji bo çavdêrî û piştgiriya pêvajoya aştiyê hatiye vexwendin.

Ez li bendê me ku li wir bim û ez hêvî dikim ku têgihîştina xwe bi awayekî watedar kûrtir bikim.”

Noemi Levy-Aksu: Ji bo aştiyek mayinde rûbirûbûn hêmanek sereke ye

Rêvebira Lêkolînên Bîr û Aştiyê ya Navenda Bîrgehê Dr. Noemi Levy-Aksu jî li ser girîngiya rûbirûbûnê ya di avakirina aştiyeke bi rûmet de nirxandin kir û got,

“Di nîqaşa avakirina aştiyê de, pêdivî ye ku dabînkirina edaletê wekî hêmana sereke were dîtin.

Rûbirûbûn jî daxwazek e ku edalet û rastiyê dihewîne.

Armanca rûbirûbûnê guhertin û veguherîna sibehê ye. Girîng e ku civatek dadmendtir, wekhevtir û demokratîktir were afirandin.”

“Em ê hewl bidin ku di hevberdana mirovan de rolekê bilîzin”

Noemi Levy-Aksu tekez kir ku pêwîst e bersiva pirsên ku têgeha aştiyê çi vedihewîne bê dayîn û wiha bi dawî kir

“Divê em bikaribin rêbazên ku bi hev re li ser mijarên pir cûda nîqaş bikin bibînin.

Tirkiye niha welatekî pir cihêkar e, ji ber vê yekê, ne hêsan e ku mirovên bi nêrîn û erdnîgariyên cûda werin cem hev û nîqaşan berfireh bikin.

Di serdema pêş de, em ê hewl bidin ku di hilberandina bêtir agahdarî, bi hev re fikirîn û hevberdana mirovan de rolek bilîzin.”

Previous Post

DOKUMENTER-Ji Dersîmê heyanî Efrînê Kurdên Rêya Heq

Next Post

HPG: Artêşa Tirk bi xazên kîmyewî û çekên qedexekirî êriş pêk anî

Weşana girêdayî

Ramanwerê Swîsreyî Jean Ziegler ê piştgirî dida Kurdan wefat kir
POLÎTÎKA

Ramanwerê Swîsreyî Jean Ziegler ê piştgirî dida Kurdan wefat kir

Erdogan: Hilbijartin wê 14’ê Gulanê pêk were
POLÎTÎKA

Erdogan: Ewlekariya Tirkiyê ji Şam û Helebê dest pê dike

Rêber Apo ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirin
POLÎTÎKA

Rêber Apo ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirin

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye