Li Brukselê bi boneya 100’emîn salvegera serhildana bi pêşengiya Şêx Seîd ya di sala 1925’an konferans hate lidarxistin.
Konferansê du rojan dewam kir û encamnameya wê hat eşkere kirin.
Di encamnameyê de bang hate kirin ku cihê gora Şêx Seîd û 47 hevalên wî bên eşkerekirin û mekanîzmayeke ku rû bi rûbûnê û aştiya civakî pêk bîne, bê avakirin.
Encamnameya konferansa navneteweyî ya bi sernavê “Şêx Seîd û Cemîyeta Azadî: Dîrok, Bîr û Îtîraza Kolektîf” ku li paytexta Belçîka Brukselê hate lidarxistin, hate eşkere kirin.
Di encamnameyê de bang hate kirin ku cihê gora Şêx Seîd û 47 hevalên wî bên eşkerekirin û mekanîzmayeke ku rû bi rûbûnê û aştiya civakî pêk bîne, bê avakirin.
Di encamnameyê de hin xalên hatin destnîşankirin wiha ne:
- Divê cihê gora Şêx Seîd û 47 hevalên wî werin eşkerekirin. Ne eşkerekirina cihên gorên wan ji bo malbatên wan û gelê Kurd neheqiyeke mezin e.
- Tevî ku hemû agahîyên li ser vê gora komî di arşîvên dewletê de heye jî, lê heta niha ti daxuyanîyek fermî li ser nehatîye dayîn ev jî nîşan dide ku îradeya rûbirûbûna bi raboriyê û rastîyê re tune.
- Bi heman awayî divê cihên gorên Seyîd Riza û hevalên wî û Seîdê Kurdî jî werin eşkerekirin. Ji ber yek ji şertên herî bingehîn ên Tirkiyeyê ji bo aşitiya bi gelê Kurd re, rûbirûbûna bi rastîyê re ye.
- Divê mekanîzmayên rûbirûbûna bi êşa raboriyê re bên saz kirin, rastî bên eşkerekirin û edalet bi cih bê anîn.
- Sed sal in li dijî Kurdan sîyaseta inkar, îmha, sêdare û tasfiyeyê berdewam dike. Serhildana dawîn a Kurdan a bi pêşengtîya Birêz Abdullah Ocalan de ku 52 sal in berdewam dike, niha li ser maseya muzakereyê ye. Bi vê boneyê em bang li dewleta Tirkiyeyê dikin ku dawî li siyaseta înkarê bînin.



