Li gundekî bajarê Cindêrêsê yê Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk bi tundî êrişî jinekê kir.
Çeteyan di saetên derengiya şevê de gule li dikana wê jinê barandin û bi çakûçan kel û pelên dikanê talan kirin û wê ji mala wê derxistin.
Wê jinê hûrgiliyê bûyerê ji ANAH re vegot.
Jinê diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma berê, ew tevî hevjînê xwe vegerîn warê xwe, lê dîtin niştecihên hawirde mala wê desteser kirine û got:
“Me daxwaza mafê xwe kir, lê daxwazên me hatin redkirin. Ji ber wê hevjînê min bi krîza dil wefat kir.
Piştî çend mehan ji israrê min mal û kikana xwe vegerand, lê ez ji aliyê çeteyan ve rastî gefan hatim.
Çeteyan pere ji min xwestin.
Piştre tiştên di dikanê de talan kirin.”
Wê jinê biryar da ku di roja piştî bûyerê de ji bajarê xwe derkeve û berê xwe bide taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê.
Her wiha wê jinê di dawiyê de got heta dagirker û çete ji Efrînê giştî venekişin, ew careke din venagere.


