Şevê din gelê Hesekê di bin dirûşmeya ‘Her tişt ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo’ meşeke girseyî li dar xist.
Înîsiyatîfa Gel a bajarê Hesekê, bi dirûşmeya ‘Her tişt ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo’ de meşeke girseyî li dar xist.
Endam û rêveberên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, tevgera Jin û ciwanan û gelek kes tev li meşê bûn.
Meşa ku Ji çerxerêya Merşo dest pê kir, heya çerxerêya Azadiyê ya bajarê Hesekê dom kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin bilindkirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bi Can Bi Xwîn Em Bi Te re ne Ey Serok” hatin berzkirin.
Piştî ku girseya meşê gihişt çerxerêya Azadiyê, meş guherî mîtîngê û li wir berdevka Kongra Star a bajarê Hesekê Mehed Silêman axivî.
Mehed Silêman anî ziman ku ew bi rêhê şoreşgerî silavên xwe ji bajarê Hesekê heya bi girava Îmraliyê dişînin û diyar kir ku bi hêza jin û dayîkan wê heya dawî ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.
Mehed Silêman di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser banga dîrokî ya 27’ê Sibatê (2025) ya Rêber Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku ew bang ji bo aştiya hemû cîhanê ye. Êdî bes e ji tecrîdê re. Em ê heya dawiyê li dijî tecrîdê tê bikoşin.”



