Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişên hewayî yên Îsraîlê de yên li ser Xezeyê, di nava 24 saetên dawî de 81 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezaretê diyar kir ku zêdeyî 400 kes birîndar bûn û tîmên ambûlans û parastina sivîl ji ber astengiyên li ser rê, bi zorê xwe gihandin mexdûran.
Li aliyê din, artêşa Îsraîlê vê sibehê banga veguhestinê li şêniyên gelek taxên li bakurê Şerîda Xezeyê kir.
Artêşê anî ziman ku li van herêman wê li hemberî Hamasê ‘hêzeke zêde’ bi kar bînin û operasyonê dimeşînin.
Her wiha nexşeyek hate weşandin ku di serî de bajarê kevn û herêma Cîbaliyeyê gelek taxên Xezeyê bi rengê sor hatiye işaretkirin.



