Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku wê heta dawiya salê di navbera Îsraîl û Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê de peymana aştiyê bê îmzekirin.
Li gorî çapemeniya Îsraîlê ku xwe dispêre çavkaniyeke ji Sûriyê, wê heta dawiya sala 2025’an di navbera Şam û Tel Avîvê de peymana aştiyê were îmzekirin û pê re jî wê têkiliyên di navbera her du welatan de asayî bibin.
Hat diyarkirin bi vê peymanê re Îsraîl wê ji xakên Sûriyê ên ku dest daniye ser, vekişe.
Li aliyê din Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff beriya çend rojan ragihandibû ku wê têkildarî welatên ku aliyên Peymana Brahîmî ne daxuyaniyekê bidin.
Li Tel Avîvê panoyeke mezin ya elektronîk ya ku wêneyê Trump, Netanyahû serokên welatên Ereb li ser, hate daliqandin. Li ser panoyê jî , “Ji bo Rojhilata Navîn ya nû, şansekî nû” hate nivîsandin.



