Berdevka Meclisa Reqa ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa li ser banga Rêber Apo axivî.
Xûd El Îsa ev bang wekî zemîneke avakirina aştiyeke mayînde nirxand û got:
”Tecrîd li pêşiya hewldanên pêkanîna aştiyê dibin asteng”.
Xûd El Îsa diyar kir ku li gorî Rêber Apo di parêznameyên xwe de destnîşan kiriye, rewşa heyî encamên siyasetên parçekirin û lawazkirina gelan e û wiha anî ziman:
“Ji bo bi dawî bûna şerên heyî derfeteke heye.
Eger pêvajoya siyasî û mafên gelê Kurd û tevahiya gelên herêmên werin naskirin, wê demê wê şer bi dawî bibin û aştî çêbibe.”
Xûd bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin bila mafê hêviyê yê Rêber Apo bi cih bîne.
Xûd El Îsa di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku divê gelê Kurd beşek ji siberojê be û wiha anî ziman:
“Divê Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe da ku rola xwe ya di vê pêvajoya kerît de bidomîne.”



