Şaredariya Gel a Qamişloyê, ji bo pêkanîna biryara der barê zêdekirina saetên xebitandina jenereatoran, dest bi xebatê kir.
Meclîsa Bajar, Şaredariya Gel û Ofîsa Jeneratoran, roja 4`ê Hezîranê der barê zêdekirina saetên xebitandina jeneratorên elektrîkê hin biyar girîng derxistin û 22`ê Hezîranê jî der barê mijarê biryarnameyek derxist.
Li gorî biryarnameyê, dê Rêveberiya Xweser mazota arzan bi bihayê 125 lîreyê bide xwediyê jeneratoran, da ku rojê 16 seatan elektrîkê bidin şêniyan. Li gorî wê jeneratorên ku rojê 16 seetan bixebitin wê her embêrek bi 24 hezaran be, her wiha yên 24 seatan dixebitin wê her ambêrek bi 100 hezar lîreyan be.
Hevserokê Komîteya Jeneratoran li Şaredariya Qamişlo Xalid Cuma der barê mijarê ji ajansa me re axivî.
Cuma got, “Biryara xebitandina jeneratoran bo 16 saetan li şûna 8 saetan, dê ji destpêka Tîrmehê ve dest pê bike.
Cuma destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser lêçûnên mazota jeneratoran bi bihayê 125 lîreyan bo her lîtrekê girtiye ser xwe. Buhayê lîtreya mazotê yê asayî 5 hezar û 500 lîre ye.
Cuma her wiha behsa planeke berfireh a Şaredariya Qamişlo kir. Li gorî planê ew ê hewl bidin, “li şûna jeneratorên biçûk ên li taxan, jenereatorên mezin li cihekî deynin. Li şûna 650 jeneratorên ku hatine bicîhkirin, dê li her aliyekî bajêr çar jeneratorên mezin hebin, ev yek dê ji bo jîngeha bajêr baş be û elektrîkê bi awayekî rêkûpêk bighêje şêniyan. ”
Her wiha Cuma diyar kir ku jeneratorên ku niha 8 saetan dixebitin dikarin 16 saetan jî bixebitin, lewma şaredarî li ser wan ferz nake ku jnereratorekî nû deynin.
Cuma da zanîn ku ev biryar dê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were pêkanîn.
Du salên dawî de artêşa Tirk a dagirker santralên elektrîkê jî di nav de, binezaziya herêmê bombenaran kir û weran kir. Lewma hilbirîna elektrîkê li herêmê kêm bû. Rêveberiya Xweser bi vê biyarê xwest pirgirêkê çarser bike û bi rêya jeneratoran elektrîkê ji bo şêniyan peyda bike.



