Îro, fakulteya Zanistên Civakî li Zanîngeha Kobanê hat zêdekirin.
Bi vê boneyê komxebatek hat birêvebirin û mamosteyan got ku armanca wan ew e bi rêya vê başê pirsgirêkên di nava civakê de çareser bikin.
Beşa Felsefe, Civaknasî, Jineolojî, Dîrok û Erdnîgarî di vê fakulteyê de hene.
Berî niha jî Zanîngeha Kobanê ragihand ku ew ê beşên nû wekî Endizyariya Avakrî, Endizyariya Çandinî, Zanistên Civakî vekin.
Her wekî dabû zanîn ku dê beşên nû heta bidesxistina pileya Masterê jî di zanîngehê de vekin.



