Li Girê Rojhilat ê li Çatalhöyükê, gelek dane derketine ku ew der wergehek giring wargeheke girîng a Neolîtîk li Anatoliya navîn e. Beriya Zayîna 8 hezar- 9 hezar sal beriya van mirovan çawa bû? Û rola jinan di civaka wan de çi bû?
Li gorî lêkolînan jiyana navmalî û avahiya civakî li dora jinê û çanda wê hatiye avakirin.
Lêkolîn li ser materyalên genetîkî yên 131 kesên di heman malê de hatine veşartin hatiye kirin.
Diroka wan vedigere beriya zayînê bi 8-heta 9 hezar sal.
Encam nîşan dan ku kesên ku di heman malê de hatine veşartin bi piranî xizmên jinê ne.
Ev jî dide nîşandan “jindayîk” ango jinên li mala jê dayîk dibûn li wir mezin dibin û , lê mêr ji hev cuda dibin:
Yekser neyê gotin “civaka jindayîk” jî lê rêxistinbûnek xurt a li dora jinê hatî avakirin û jin pêşengiya wê dikin radixe ber çavan.
Xalek din a balkêş jî di jin bi kel û pelên dewlemend hatine veşartin.
Di tirbên zarok û pitikên keç jî hatine ditin ku ji zarokên kur zêdetir bi kep û pel hatine veşartin.
Rastiya heyî eşkere dike ku jin ne tenê di nava saziya malê de, di statuya civakî de jî cih û rolek diyarker leyîstiye.



