Dibe ku Serokwezîrê Israîlê Natenyahu û Serokê Hikûmeta Sûriyê ya Veguhêz Ehmed El-Şeri li hev bicivin.
Li gor televezyona Kan dibe ku ev hevdîtin hevdemî civînên Komîseriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê pêk were.
Heman çavkanî dibêje ku dê Netanyahu di demeke nêzîk de serdana Amerîkayê bike û dê dosya têkliyên bi Şamê re, mijara sereke be.
Her wekî da zanîn ku xurtkirina pêwendiyan di navbera Şam û Israîlê de, girîngiyeke mezin ji bo dema pêş bi xwe re tîne û nexasim ku Şam rê nade Îranê.



