Bi boneya salvegera 11’an a damezirandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Jin şahiyek li bajarê Reqayê hat lidarxistin.
Bi munasebeta salvegera 11’an a damezirandinê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Jin, şahiyek li hola Mişwar a li bajarê Reqayê li dar xist.
Nûnerên Rêveberiya Xweser, şervanên YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, endamên Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Partiya Sûriyeya Pêşerojê û saziyên civaka sivîl beşdar bûn.
Şahî bi deqeyek rêzgirtin û torana leşkerî ya endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin dest pê kir. Piştre endama Kongra Star Gulîstan Gulo axivî û anî ziman ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bûne sembola parastina jinan û ewlehiya civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Gulîstan di dewama axaftina xwe de şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) di salvegera 29’an a şehadetê de bi bîr anî û got, avakirina hêzên ewlehî û leşkerî yên jinan mîraseya têkoşîna şehîd Zîlan e.
Gulîstan Gulo anî ziman ku çalakiya şehîd Zîlan destpêka xeta jina azad e û jinên Kurdistanê û cîhanê li ser vê xetê têkoşînê didomînin.
Piştî axaftinan, li ber stranan govend hatin gerandin.



