Li bajarê Dirbêsiyê Şaredariya Gel a bajêr xebatên xwe yên ziftkirina rêyan didomîne.
Hevserokê Şaredariyê da zanîn ku dê piştî ziftkirina rêyên taxan wê berê xwe bide xebatên kanalîzasyon û ziftkirina rêyên sereke yên gundan.
Şaredariya Gel a bajêr di 26’ê Hezîranê de xebatên rakirina zifta xirabûyî û paqijkirina rêyan dabû destpêkirin.
Her wiha piştî xebata ziftkirina kolanên bajêr wê xebatên kanalîzasoyn û ziftkirina rêyên çend gundan jî werin destpêkirin.



