Daneyên derbarê şerê Îsraîl û Îranê yê 12 rojan de her diçe giran dibe.
Ajansa Nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA’yê ragihand ku di şer de 935 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Ajans vê nûçeya xwe dispêre daxuyana Berdevkê Darazê yê Îranê Asgar Cihangir û ragihand di nava 935 kesên ku mirin e 132 jin in û 38 jî zarok in.
Di şerê 12 rojan de li gorî daxuyaniyên rayedarên Îranê, Îsraîlê 21 eyaletên Îranê bombebarankirin.
Rayedarên Îsraîlê jî eşkerekirin ku wan di pêvajoya şer de 900 dever bombebarankirin.
Her wiha ragihandin ku wan 30 fermandarên leşerî yên payebilind û 11 jî zanyarên nukleerê kuştine.



