Wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî , nameyek ji hempîşeyê xwe yê Iraqê Fuad Husên re şand.
Name têkildarî pêşketinên siyasî û ewlehî yên li herêmê ye .
Fuad Husên nameyek nivîskî ji hempîşeyê xwe yê Îranê Ebas Eraqçî wergirt.
Balyozê Îranê yê li Iraqê Mihemed Kazim El Sadiq duh bi Fuad Husên re hevdîtin kir û name radestî wî kir.
Di hevdîtinê de, her du aliyan têkiliyên dualî û mijarên girîng ên hevpar nîqaş kirin.
Çavkaniyên fermî yên her du aliyan hîn naveroka nameyê aşkera nekiriye.



