Îro wezîrên Derve yên Misir û Qeterê di pêwendiyeke telefonî de li ser geşedanên dawî yên têkildarî agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de axivîn û tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina vê agirbestê, kêmkirina rageşiyê û pêşvebirina çareseriyên dîplomatîk ji bo krîzên herêmî kirin.
Wezîrê Derve yê Misrê Bedir Ebdul Etî îro bi Serokwezîr û Wezîrê karê derve yê Qeterê Mihemed bin Ebdulrehman El Sanî re li ser pêşketinên herî dawî yên herêmî, nemaze hewldanên ji bo agirbestê li Xezayê, axivî.
Li gorî daxuyaniyek ji Wezareta Derve ya Misrê, her du aliyan li ser hewldanên hevbeş ên Misir, Qeter û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo ji nû ve destpêkirina agirbestê li Xezayê, rawestandina şer, berdana girtî û misogerkirina alîkariya lezgîn ji bo Xezayê nîqaş kirin.
Ebdul Etî her wiha teqezî li ser amadekariyên ji bo konferansek navneteweyî li Misrê bi armanca ji nû ve avakirina Xezayê kir.
Bedir Ebdul Etî wiha pêde çû, nû de avakirina Xezayê wê bi hevkariya Desthilata Filistînê û Neteweyên Yekbûyî, piştî gihîştina rêkeftineke agirbestê pêk were.
Herdu wezîran her wiha têkildarî agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de nirxandin û tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina vê agirbestê, çareseriyên dîplomatîk ji bo krîzên herêmî kirin.
Ebdul-Etî, piştgiriya Misrê ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinên li ser bernameya Nukleerî ya Îranê ragihand.
Herî dawî Wezîrê Derve yê Misrê kêfxweşiya xwe ji ber başbûna têkiliyên di navbera Misir û Qeterê de nîşan da.



